Desteya Jin a kantona Reqayê di çarçoveya projeya xwe ya ji bo pêşxistina parastina zarokan li bakur û rojhilatê sûriyê de komxebata xwe ya dawî li dar xist.
Komxebat bi dirûşma “Xurtkirina hevkariya herêmî û navneteweyî ji bo parastina zarokan û pêşxistina parastina zarokan li bakur û rojhilatê Sûriyê” li Reqayê bi rêve çû.
Nûnerên Ofîsên parastina zarokan, desteya jin, hevserok û nûnerên saziyên bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Di komxebatê de mekanîzmeya parastina mafên zarokan û pêşxistina rewşa wan hate nîqaşkirin.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser avakirina, projeyên ji bo piştgiriya zarokan hate kirin. Her wiha, hevkariya di navbera rêxistinên navnetewî û Rêveberiya Xweser de werin hêsankirin.
