SIYASETMEDARÊN HESEKÊ: JI BO SERKETINA BANGA AŞTIYÊ DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE

Rojava Tv
2 Min Read

Banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê gelê herêmê ve bi coş tê pêşwazîkirin.
Siyasetmedarên bajarê Hesekê, bal kişandin ser helwesta Tirkiyê ya li hember bangê û gotin, neavêtina gavên cidî ji aliyê Tirkiyê ve, helwesta wê ya nerast nîşan dide

Di 27’ê Sibatê de Şandeya Îmraliyê ya Dem Partî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji raya giştî re parve kirin.

Banga ku navê “Aştî û Civaka Demokratîk” lê hatiye kirin, gelek xalên ku dikarin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike di nav xwe de hewand.

Derbarê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de Endamê Saziya Malbetên Şehîdan a Hesekê Elî Sedûn
diyar kir ku neavêtina gavên cidî ji aliyê Tirkiyê ve, nerastiya helwesta wê nîşan dide.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Kozî jî got, Rêber APO muxatebê gelên bindest e û tekez kir ku ji bo pêkanîna azadiya Rêbertî ew ê têkoşînê bilind bikin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî Kurdistan û cîhanê bû xwedî cih û piştgriyeke mezin .

Herî dawî, Heyeta Ewropî di çarçoveya kampanya ‘Dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ derbasî Tirkiyê bû û daxwaznameya xwe radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya li Stenbolê kir.

Share This Article