Dîrok 17 Hezîrana sala 2022’yan bû, li Kelera Başûrê Kurdistanê pêşengê Tevgera Azadiyê û yek ji stûnên damezirîner ên Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî ji hêla neyarên gelê Kurd ve hate şehîdxistin.
Îro salek di ser şehadeta pêşengê destnayerî re derbas dibe, lê bîranîn û armancên wî ta roja îro di bîrdanka gel de zindî ne.
Hevseroka Encûmena Cibicîkar ya Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid dibêje ku Şehîd Ferhad mohra xwe li her qadê xist.
