Saleke di ser hilweşîna Rêjîma Baas’ê û hatina hikumeta HTŞ’ê li ser desthilata Sûriyê re derbas dibe.
Rêveberê ofîsa têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed derbarê mijarê de ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku gelê Sûriyê destpêkê bi hêvî bû ku piştî hilweşîna rêjîma Baas ê ew ê bi aramî bijî, lê berovajî vê yekê rû da.
Heyet Tehrîr El Şam an ku berê bi navê Cebhet El Nusra dihat nasîn, di 27’ê Mijdara 2024’an de ” Operasyona ردع العدوان ” dabû destpêkirin.
HTŞ’ê sûd ji mercên herêmî û navneteweyî yên ku hevsengiya hêzan li herêmê guhertin û ev operasyon da destpêkirin.
Herî dawî, di 8’ê Kanûna 2024’an de rêjîma Baas hilweşiya û Hêzên HTŞ’ê hatin ser desthilatê.
Derbarê vê mijarê de Rêveberê ofîsa têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku gelê Sûriyê destpêkê bi hêvî bû ku piştî hilweşîna rêjîma Baas, ew ê bi aramî bijî, lê berovajî vê yekê rû da.
Li hêlek din Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku gerek hikumeta Sûriyê piştî derbasbûna salekê di ser bidestxistina desthilatê, li xwe vegere û ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê tev bigere.
Bi ketina rejîma Baas re QSD’ê pêşî li hewldanên dewleta Tirk ên firehkirina qada dagirkeriyê li ser xaka Sûriyeyê girt.
Her wiha Îsraîlê jî piraniya tesîsên leşkerî îmha kirin û ber bi başûr ve bi pêş de hat, di heman demê de hewl dide herêmeke tempon ava bike.
