ROJBÛNA RÊBER APO LI HELEBÊ BI ŞAHIYEKÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ciwanên PYD’ê yên Helebê bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xistin.
şahî li qada Cebanat a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi beşdariya bi dehan ciwan, xelkên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan hat lidarxistin.
Di şahiyê de rêveberê Ciwanên PYD’ê Xelîl Mihemed axivî û diyar kir ku ji bo gelê Kurd û ronasansa wî ya ber bi rizgariyê ve rojbûna Rêber Apo vejîn e.
Şahî bi gotina stranên şoreşgerî ya koma Avrêl û gerandina govendê bi dawî bû.

Share This Article