DESTEYA ÇANDINIYÊ HIŞYARIYÊ LI SER ŞEWITANDINA PIRÊZEYAN DIDE

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî çinîna mewsimê çandiniyê, gelek cotkar pirêzeyên xwe dişewitînin.

Derbarê mijarê de Rêvebirê beşê berhemanîna şênkatiyê ya desteya çandiniyê Emar Osman hişyarî da cotkaran ku pirêzeyên xwe neşewitînin, ji ber ku paşê gelek bandorên neyînî bi xwe re tîne.

Desteya çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku mewsimê çandiniyê ji şewatê were parastin, gelek rêkar û tedbîr wergirtin.

Desteyê li gel aliyên peywendîdar tîmên rewşên awarte saz kir û di dema rûdana şewatan de destwerdan dikir.

Rêvebirê beşê berhemanîna şênkatiyê ya desteya çandiniyê Emar Osman behsa xebatên desteyê dike.

Derbarê şewitandina pirêzeyan de Emar Osman hişyarî da cotkaran ku pirêzeyên xwe neşewitînin, ji ber ku paşê gelek bandorên neyînî bi xwe re tîne.

Li piraniya herêmên sînorî dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn agir bi zeviyên çandiniyê dixist ku di encamê de bi hezaran hektar zevî şewitîn.

Share This Article