Rûspiyên eşîrên kantona Firatê bi daxuyaniyekê hewlên Hikûmeta Şamê yên ji bo gurkirina nakokiyan li Dêrazorê şermezar kirin û tekezî li ser pêwîstiya hevgirtina gelên herêmê ji bo têkbirina planan kirin.
Di Daxuyaniya eşîran de hate tekezkirin ku binpêkirina eşkere ji aliyê hikûmeta Şamê ve bi lihevkirina li gel Tirkiyê re ji bo ferzkirina aloziyê û têkbirina aramiyê ye, nemaze piştî têkçûna wê di têkbirina îradeya xelkê Dêrezorê.
Şêx û rûspiyan tekez kirin ku ew li hember hemû destwerdan û nakokiyên derve ku Hikûmeta Şamê û çeteyên wê dixwazin biçînin, yekgirtî ne.
Rûspiyan komkujiya Dehle ku tê de şehîd û birîndar di nav de jin, zarok û extiyar hebûn şermezar kirin, û bi tawanên şer pênase kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, eşîrên Firatê bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku bibin yek û pişgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
RÛSPIYÊN FIRATÊ: DIVÊ EM LI HEMBER ÊRÎŞAN YEKGIRTÎ BIN Û PIŞTEVANIYÊ BIDIN QSD’Ê
