Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Reqqayê, bi armanca pêşxistin û piştgiriya ciwanên herêmê, perwerdeyên pîşeyî yên di warên (dirûtin – porbirîn û alîkariyên destpêkî) vedike.
perwerde di çarçoveya bihêzkirina aboriya civakê bi rêya projeyên piçûk ên ku ji bo ciwanan dahateke diravî peyda dikin, pêk tê.
Di her sê beşên perwerdeyê yên porbirîn, dirûtina cilên jinan û alîkariyên destpêkî de 60 kes beşdar bûne.
Beşdarên perwerdeyê li ser warên teorî û pratîkî têne perwerdekirin.
Li gorî Komîteya Ciwan û Werzîşê, biryar e ku perwerdeya hemû beşên navborî 2 mehan berdewam bike.
KOMÎTEYA CIWAN Û WERZÎŞÊ YA REQAYÊ PERWERDEYÊN PÎŞEYÎ JI CIWANAN RE VEDIKE
