Ji dema destpêkirina avakirina rêveberiya xweser ve û dijmin bi her awayî dixwaze vê pirojeyê bin bixe.
ji bilî êrîşên li ser herêmê, şerekî taybet jî bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de tê meşandin, ku ev yek yek jî piştî hatina hikûmeta demikî ya sûriyê jî zêdetir bû.
Ji bo rêlibergirtina şerê taybet, yekîtiya rahandina azad û yekîtiya ragihandina jin jî roleke sereke dilîzin.
ji bo ku rê li pêşiya fitne, gotinên nefret û şerê taybet bê girtin divê ragihandin rolekî çawa bilîze, berdevka YRJ Arîn Siwêd nirxandinê dike.
Rojnemevan Refîq Ibrahîm jî got, di vê pêvajoya hestyar de divê em li dora rêveberiya xweser û QSD’ê kom bibin û bi yekîtî, hevgirtin hêz û ragihandina xwe li hemberî şerê teybet bisekinin.
gotin û xîtabên nefretê yek ji cureyên şerê taybet e, ku îroj dijmin armanc dike bi rêya van kiryaran, armancên xwe yên nijadperst pêk bîne û civaka sûriyê ji hev bixe taybet biratiya gelan a haerêma bakur û rojhilatê sûriyê.
