Tevî zor û zehmetiyan ji ber nebûna baranê, cotkarên herêma Cizîrê amadekariya çandina tovan dikin û hêvî dikin ku hilberîn ji salên çûyî baştir be.
Astengiyên ku cotkar pê re rû bi rû dimînin çi ne? û alîkariyên ku Komîteya Çandniyê ya Kantona Cizîrê ji wan re peyda dike di çi astê de ne? Em ê bi rêya vê raporê nasbikin.
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yek ji jêderên sereke yê çandiniyê ye, lê ji ber kêmûna barîna baranê di salên dawî de, herêm zihabûnekê jiyan dike û rewşa çandiniyê ketiye metirsiyê.
Tevî wê metirsiyê, ev heyama demekê ye ku cotkarên herêmê, amdekariyên çandina tovan dikin û hêviyeke li gel wan heye ku îsal, hilberîn ji salên çûyî baştir be .
Girêdayî wê, cotkarê bi navê Serbaz Mihemed ê ji Girbawî a girêdayî bajarê Qamişlo ji Rojava tv re axivî û behsa çandina tovan û astengiyên ku dikşînin kir.
Li aliyekî din jî Komîteya Çandniyê ya Kantona Cizîrê diyar kir ew weke komîte, hewl didin pêdviyê cotkaran bi cih bînin da ku çandinî serkeftî derbas bibe .
Zêdetirî 19 hezar cotkarî serdana Navenda Çandiniyê ya kantona Cizîrê kirine, da ku pêdiviya xwe ji tovên genim û ceh bistînin.
Bi amaran, li kantona Cizîrê heta niha nêzî 2 milyon tovê avî ye, û nêzî 3 milyon yê bejî jî, hatiye çandin.
