ROJNAMEVANÊN KOBANÊ ŞEHÎD DILÎŞAN ÎBIŞ LI SER GORA WÊ BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Rojnamevanên bajarê Kobanê û malbeta Ş.Dilîşan Îbiş, bi merasîmekê salvegera heştemîn a şehadeta endama ajansa Hawarê, rojnamevan Dilîşan Îbiş, bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre, rojnamevan “Dicle Ehmed” axaftinek li ser rêhevala xwe Ş.Dilîşan pêşkêş kir.

Dicle Ehmed, Ş. Dilîşan Îbiş û hevalên wê yên ku di oxira derxistina rastiyê de şehîd bûne bi bîr anî û pabendbûna xwe ya şopandina rêya wan piştrast kir.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîdan Namirin” bi dawî bû.

 

 

Share This Article