JI BO AZADIYA RÊBER APO Û AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK MÎTÎNGEK LI QAMIŞLO HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamilo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina sûriyake demokratîk mîtîngek li stadyoma şehîdên 12’ê adarê hate lidarxistin.

beşdarên çalakiyê Tekez kirin ku Ewê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşîna xwe berdewam bikin.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamiloyê yê kantona Cizîrê, şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina sûriyake demokratîk mîtîngek li stadyoma şehîdên 12’ê adarê lidarxistin.

Li qada mîtîngê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, QSD, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser hatin daliqandin.

Bi hezaran pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê û diruşmeyên bê Serok jiyan nabe dest pê kir.

beşdarên çalakiyê Tekez kirin ku Ewê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşîna xwe berdewam bikin.

Çalakvanan bi coşa xwe diruşmeyên ji bo azadiya Rêber APO anîn ziman û tekezî li ser yekîtiya pêkhateyên sûriyê û bidestxistina mafên gelê kurd kirin.

Mîtinga bi beşdariya bi hezaran ji berxwedêran pêk dihat bi diruşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî, tekeziya li ser azadiya rêber Apo û Bidestxistina mafên gelê kurd bi dawî bû.

Share This Article