Bi boneya salvegera 8’mîn a berxwedana bajarê kobanê Endamê saziya gaziyan Ciwan Azad li ser bîranînên şerê kobanê dibêje di şerê li dijî kobanê de 13 hezar çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin û bi bin ketin.
Her wiha Ciwan Azad got di şerê li dijî Kobanê de gelek şervanên YPG û YPJ canê xwe feda kirin û gihîştin asta şehadetê.
Bajarê kobanê ku 15’ê îlona sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate êrîşkirin û bi saya berxwedaniya hêzên YPG û YPJ di 26’ê çileya sala 2015’an de serkeftin hat ragihandin.
Kobanê weke sembola aştiyê hate nîşandan û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya cîhanî hate diyarkirin.
Endamê saziya gaziyan Ciwan Azad ku ji xelkê Reqayê ye li ser bîranînên şerê Kobanê dibêje di şerê li dijî kobanê de 13 hezar çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin û bi bin ketin.
Her weha Endamê saziya gaziyan Ciwan Azad diyar kir di şerê li dijî kobanê de gelek hevalên YPG û YPJ canê xwe feda kirin û hatin şehîdxistin lê qebûl nekirin ku dijmin kobanê dagir bike.
Berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelên azadîxwaz, tevahî mirovahiyê û gelê Kurd sembola vejîn û serkeftinên watedar e, her wiha bû rihê rêgezên bingehîn ê jiyana hevbeş û biratiya gelan.
