Rojnamevan Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê, lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, ji ber nexweşiya dil şehîd bû. Li gorî agahiyên ku Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) li ser malpera xwe parve kirine, Seyîd Evran ku beriya niha 2 caran kriza dil derbas kiribû û hatibû emeliyatkirin, 22’yê îlonê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya dihat dermankirin de şehîd bû.
Rêveberiya YRA’yê da zanîn ku wê îro (25’ê îlonê) derbarê şehadetê de li bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyekê bide. YRA bang li tevahiya rojnamevanan kir ku tevlî daxuyaniyê bibin.
