PROJEYA ÇANDINA DARAN LI ÇIYAYÊ KIZANA DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê projeyeke çandina daran bi navê “Daristana Şehîd Ehmed El Mihemed” da destpêkirin. Li daristanê dê hezar dar bên çandin.

Di merasîma destpêkirina projeyê de, axaftin ji aliyê hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê, Hevseroka Rêveberiya Jîngehê li Hesekê Rovend Ebdo û Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xilûd Xelef ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku projeya çandina daran beşek ji stratejiya jîngehê ya demdirêj a desteyê ye ku armanca wê parastina cihên xwezayî ye.

Her wiha axêveran spasiya hemû sazî û dezgehên ku piştgiriyê didin projeyê kir.

Piştî axaftinan dest bi çandina daran hat kirin.

 

Share This Article