LI QAMIŞLO KONFERANSA SÎNEMAYA KURDÎ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa Sînemaya Rojava bi beşdarbûna komeke bijarte ji fîlmçêker, derhêner û kesên ku bi şanoyê re eleqedar dibin, dest pê kir.

Konferans li hola Xwaringeha Burc ya li Qamişlo li dar ket. Roja yekem a konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji şehîdan re dest pê kir, piştre endamê komîteya amadekar a konferansê ”Diyar Hiso” pêşwaziya beşdaran kir.

Diyar Hiso her wiha gavên ku beriya konferansê hatine avêtin û pirsgirêkên ku qada sînemayê li herêmê pê re rû bi rû ye, nirxandin û destnîşan kir ku “girîngiya vê konferansê ew e ku dê siberoja sînemayê li herêmê û rêbazên baştirkirina aliyên wê yên erênî gotûbêj bike.”

Konferansa dê 3 rojan dewam bike û tê payîn ku der barê siberoja sînemayê li Rojava de biryarên girîng bêne dayîn û ji bo pêşxistina sînemayê di qonaxa pêş de, plana xebatê were aşkerakirin.

Share This Article