ROJNAMEGER NAZILA MAROOFIAN CAREKE DIN JI ALIYÊ DEWLETA ÎRAN VE HATE GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read
ROJNAMEGER NAZILA MAROOFIAN CAREKE DIN JI ALIYÊ DEWLETA ÎRAN VE HATE GIRTIN

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn çêkiribû, 2 caran berê hatibû girtin û careke din jî hate girtin.
Nazila Maroofian duh bi şev hate destgîrkirin û birin girtîgeha li Varamin ya Qarçakê.
Rojnameger Nazila Maroofian bi heman sedemê li Tehranê ji aliyê dewleta Îranê ve 9’ê Tîrmehê hatibû girtin, piştî 36 rojan bi kefaleta 300 milyon riyalê Îranê hatibû berdan.
Rojnameger Nazila Maroofian berê jî ji ber hevpeyîn bi bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî re çêkiribû 9’ê Çileyê hatibû girtin û bi kefalet hatibû berdan.

Share This Article