KONFEDERALIYA CIVAKA DEMOKRATÎK MEHRÎCANEK JI JINÊN REQAYÊ RE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi diruşmeya “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em Sûriyeya demokratîk ava dikin” Konfederaliya Civaka Demokratîk bi hevkariya rêxistinên Civaka Demokratîk a Reqayê, mehrîcanek xîtabê ji jinên bajêr re li dar xist.
Di mehrîcanê de, nûnerên saziyên civaka demokratîk, saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan, ofîs û komîteyên jinan ên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, bi navê Konfederaliya Civaka Demokratîk bixêrhatina mêvanan hate kirin, piştre Komîteya Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyên Şer, Meclîsa Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyê axivîn, berxwedana dîrokî ya jinan li Bendava Tişrînê û têkoşîna jinên herêmê li dijî desthilardariyê anîn ziman.
Di dawiya çalakiyê de, 7 jinên ku di berxwedana bendava Tişrînê de birîndar bûne, ji aliyê Konfederaliya Civaka Demokratîk ve, hatin xelatkirin.

Share This Article