bi daxuyaniyên cûda Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî Herêmê hatin şermezarkirin .
di daxuyaniyan de hate gotin ku Tirkiye bi van êrîşan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve .
Rêveberiya xweser a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Herêmê şermezar kir .
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de binesaziya Herêmê û sivîlan dike hedef .
her wiha Rêveberiya xweser piştrast kir ku armanc ji êrîşên dagirkeriyê tirsandina gel û têkbirina aramiya Herêmê ye .
li aliyekî di jî desteya Enerjiyê ya Kantona Kobanê daxuyaniyek da û êrîşên dagirkeriyê bi tundî şermezar kir .
Desteya Enerjiyê got ku ev êrîş dijminahiya dewleta Tirk li dijî gelê herêmê diyar dike û weke sûcên şer binav kir .
her wiha desteyê destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrîşan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve .
Desteya Tenduristiyê ya Helebê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanc ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya xweser e .
Desteya Tenduristiyê got ku di êrîşên dewleta Tirk de sivîlên bê guneh şehîd bûne .
her wiha Desteyê li hember êrîşên dagirkeriyê banga bilindkirina asta têkoşînê kir .
di heman çarçoveyê de TEV-DEM ê jî daxuyanî da û tê de piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze Împratoriya Osmanî jinûve vejîn bike .
TEV-DEM ê diyar kir ku tirkye bi riya êrîşên xwe yên dagirkeriyê dixwaze destkeftiyên gel têk bibe .
TEV-DEM ê tekez kir ku armanca dagirkeriyê koçberkirina gelê Herêmê ye .
Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî bi daxuyaniyekê banga rawestandina êrîşên dagirkeriyê kir .
Kombûnê bang li gelê herêmê kir ku li Kêlek Hêzên Leşkerî bisekinin .
