ROJAVA TV REWŞA BIRÎNDARÊN ERDHEJA LI ŞEHBAYÊ ŞOPAND

Rojava Tv
1 Min Read

Erdhejê zererên mezin gihand kantona Şehbayê ku bi piranî koçberên Efrînê lê dimînin û 5 kes birîndar bûne.

Koçberên ji Efrînê dibêjin, ji ber şer û topên Tirkiyê piraniya malan derb xwarine û li ber ji navçûnê ne.

Li kantona Şehbayê ku ev demeke ji hêla Hikûmeta Şamê ve dorpêç kiriye, erdhej gihaşte wir jî û 5 kes birîndar bûn.

Ev der nexweşaxeneya Avrîn e ku bi derfetên xwe yên kêm birîndarên erdehjê derman dike.

Hevjîna birîndarekî behsa erdhejê dike.

Li kantona Şehbayê ku bi piranî koçberên Efrînê lê dijîn, ji ber şer û topên Tirkiyê piraniya malên wê derb xwarine û egera hilweşandina wan zêde ye.

Demjimêr 4’ê sibeha îro li Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pîvana 7.8 rû da û pêlên wê li gelek herêmên Tirkiyê û Sûriyê belav bûn û di encamê de bi sedan qurbanî li dû xwe hêlan û heta niha gelek cenaze di bin kavilan de ne.

Share This Article