ROJ BI ROJ BANGÊN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedarên Minbicê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezarkirin û diyar kirin ku divê ji bo serxistina fikirê Netewa Demokratîk gel hevgirtî be

25 salin rêber Abdullah Ocalan di girava îmraliyê de dîl girtiye û ji Adara 2021 ve bi hinceta hebûna cezayên displînî tu agahî ji rêbertî nayê girtin .

Derbarê de Hevseroka ofîsa rêxistinî ya partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê Rîm Derwîş bal kişand ser bandora fikirê rêber Abdullah Ocalan li ser jinê û got : fikrê rêber Abdullah Ocalan hêz da jinê ku têkoşînê bike .

Her wiha Hevserokê partiya yakîtiya demokratîk PYD ‘ê Mehmûd Cimo jî diyar kir ku tevahî cîhan xwe li hember tecrîda ku li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkrin bêdeng kiriye .

li seranserî cîhanê ji bo şkandina tecrîdê û azadiya rêber apo çalakî tên lidarxistin
herî dawî jî 10’ê Cotmehê pêngavek cîhanî bi durişma ji Abdullah Ocalan re azadî , ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî li 74 welatên cîhanê hate destpêkirin û her ku diçe fireh dibe .

Share This Article