LI QAMIŞLO JI BO 2 ŞEHÎDAN KONÊ SERSAXIYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo şervanên QSDˈê Şervan Qamişlo û Lewend Qamişlo ku di berxwedana bendava Tiştîn û Minbicê de şehîd bibûn, merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Konê sersaxiyê li taxa Hilko yê bajarê Qamişlo hat vedan.

Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo herikîn bin konê sersaxiyê.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û hêzên leşkerî axaftin hat. Di axaftinan de sersaxî ji bo malbatên şehîdan re hat xwastin û berxwedana şervanan a li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê hat silavkirin.

hat diyarkirin ku, li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê şervanên QSD têkoşîneke bêhempa di dîroka gelê Kurd de dinivîsin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Share This Article