Ji ber bilindbûna dolarê Amerîkî, li bazarê nirxên her tiştî di radeyeke zêde de, bilind bûye û malbatên xwedî dahatên sînordar, bi zehmetî debara xwe dikin.
Li sûk û bazarên herêmê, dema ku welatî serdana firoşgehan dikin, firoşkar kelûpelan li gorî nirxê dolar destnîşan dike û difroşe wan.
Welatiyên Hesekê ji bilindbûnên zêde bêzar in û weha behsa azarên xwe dikin.
Rêveberiya Pêjiyaniyê jî bi hawara welatiyan ve diçe û ji bo yekkirina nirxan bi awayekî berdewam gerên çavdêriyê li nava bazaran pêk tîne.
Nirxê Lîreya Sûrî ku herî dawiyê rekor tomar kir û xwe li sînorê 16 hezaran xist, bi xwe re nirxên tevahî kelûpel û pêdiviyên jiyanî bilind kir ku di encamê de bandoreke mezin li çîna hejaran dibe.
