Rêveberiya Xweser dê di demeke nêzîk de dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bike.
Biryara Rêveberiya Xweser rastî pêşwaziyeke germ a civak tê û çavdêr dibînin ku girîng e çeteyên DAIŞ’ê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di demeke nêzîk de dest bi proseya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê bike.
Biryara Rêveberiya Xweser rastî pêşwaziyeke germ a xelkê herêmê û bi taybetî malbatên şehîdan tê.
Li gor yekîtiya parêzerên herêma Cizîrê Çeteyên Daiş dê li gorî Yasaya Dije Terorê ya hejmar 7 ku di sala 2021an de ji hêla Encumena Giştî ya rêveberiya xweser ve hatiye derxistin, werin darizandin.
Çavdêr dibînin giring e ku çeteyên Daiş’ê yên ku kiryarên dijmirovî derheqê xelkên herêmê de pêk anîne, li pêşberê dadgeheke adil û zelal li herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê werin darizandin.
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser derdora 10 hezar çeteyên Daiş ji 60 welatên cuda di nava 20 girtîgehên rêveberiya Xweser de girtî ne.
Rêveberiya Xweser dibêje dê dadgeha parastina gel ya taybet bi dozên terorê daneyan kom bike û çeteyên Daiş’ê dadgeh bike.
