Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan bi daxuyaniyekê pêngavek ji bo piştgiriya jinên li herêmên perava Sûriyeyê da destpêkirin.
Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê bi amadebûna hejmarek jin, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Sûriyeya Demokratîk hate dayîn.
Di daxuyaniyê de komkujiyên hovane hatin şermezar kirin û piştgirî bi tevahî jinên li peravên Sûriyeyê û qurbaniyên şer re hate nîşandan.
Li gorî bernameya pêngavê, dê kampanyaya komkirina alîkariyan were destpêkirin, îmze werin komkirin û name ji saziyên navneteweyî re werin şandin.
