PARKA GIŞTÎ YA QAMIŞLOYÊ PIŞTÎ XEBATÊN SERERASTKIRINÊ HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî temamkirina projeya nûvekirina Parka Giştî ya Qamişloyê dawî bû bi beşdariya gelê bajêr û nûnerên saziyên sivîl bi şahiyekî hat vekirin.

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi boneya vekirina Parka Giştî şahiyek li dar xist , Di şahiyê de bi sedan xelkê bajêr û nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di nava parkê de Peykerên şervanên Medî û Şêrê Eyn Dara li Efrîn, digel kaniyek bi şiklê porê şervanek azadiyê ya jin hatin çêkirin.

Di dawiyê de mertalên spasiyê ji peykersaz Munîr Şêxî û organîzetorên projeyê re hatin pêşkêşkirin.

Share This Article