Tevî ku peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û hikumeta Demkî de hat imzekirin lê hîna jî hin xalên vê peymanê nayên bicihanîn.
Ev zêdeyî 2 heyvin, dorpêça li ser bajarê Kobanê dewam dike, ev yek dibe sedem ku buhaya kel û pelan li bajêr bilind dibe.
Nûçegihanên me ji Kobanê ev rapor amade kirin, ka em lê tamaşe bikin.
Zêdetirî 2 meh piştî êrîşên li ser herêmê û tevî îmzekirina peymana 29’ê Çile di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî ya li Şamê, dopêça li dijî bajarê Kobanê dewam dike.
Ev dorpêç dibe sedem ku kel û pelên jiyanî di hundirê Kobanê de her dem di nava zêdebûnê de be.
Derbarê vê mijarê de firoşkarên Kobanê axivîn û diyar kirin bazirganên derve ji ber dorpêçê kêsbaziyê dikin û kel û pelan bi buhayek zêde difroşin me.
Şêniyên bajarê Kobanê jî ji ber vê bûhabûnê gazinên xwe dikin û daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de dorpêç bi dawî bibe daku bi rehetî tevbigerin û buhaya kel û pelan kêm bibe.
Her çend îmzekirina peymana 29’ê Çile gaveke girîng bû li ser asta siyasî, hîna jî şênî li benda wê kêliyê ne ku dorpêç were rakirin û bi awayekî aram jiyana xwe dewam bikin.
