Weqfa jina azad a Sûriyê alîkarî û cilên zivistanê li koçberên Efrîn- Şehbayê yên li bajarê Helebê belav kir.
Weqfa jina azad a Sûriyê bi hemahengiya komîn û rêxsitinên jinan dest bi belavkirina alîkariyan kir.
Alîkariyên ku hatin belavkirin, ji cilûbergên zivistanê û şîrê zarokan pêk tê.
Endamên Weqfa jina azad a Sûriyê diyar kirin ku armanca wan alîkarîkirina koçberan û dabînkirina pêdiviyên wan e.
