82 MALBAT JI KAMPA HOLÊ HATIN DERXISTIN‎

Rojava Tv
2 Min Read

‎doh Di bin çavdêriya ofîsa KarûBarên koçber û penaberan ya Rêveberiya Xweser û koordîneya Navenda Lêkolîn û ‎Diyalogê ya Sûrî, 82 malbatan, ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Dêrazorê ve ‎hatin rêkirin.

Ofîsa Kar û Barên Koçber û penaberan ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji ‎destpêka 2024’an de ev cara duyemîn e koçber ji kampa Holê derdikevin.‎

piştî civîna Yekitiya Nîştimanî ya Pêkhate û Eşîrên Sûriyê, her wiha piştî civîna rûspiyên eşîrên Dêrazorê ‎û QSDˊê û nîqaşkirina wan li ser dosyayên malbatên di kampa Holê de,Rêveberiya Kampê 82 malbat ji kampa Holê derxist .‎

Di bin çavdêriya ofîsa KarûBarên koçber û penaberan ya Rêveberiya Xweser û koordîneya Navenda Lêkolîn û ‎Diyalogê ya Sûrî, 346 kes ku ji 82 malbatan pêk tê, ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Dêrazorê ve ‎hatin rêkirin.

serokê Desteya Kar û Barên çber û penaberan ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ji ‎destpêka 2024’an de ev cara duyemîn e koçber ji kampa Holê derdikevin.‎

Ji rûspiyên Qebîleya El Igêdat Ewad El Itêş  , da xuyakirin ku ev yek daxawaza şêx û rûspiyên herêmê bû ‎rêveberiya xweser jî ev daxwaz bi awayekî bi lez bi cih anî. ‎

Share This Article