RÊXISTINÊN JINAN ÊN FIRATÊ DERBARÊ 25’Ê MIJDARÊ DE BRÛŞOR BELAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Sara ya kantona Firatê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên bi boneya 25’ê Mijdarê de, brûşoran li bajarê Kobanê belav dike.

Bi dehan endamên rêxistin û tevgerên jinan ên kantona Firatê beşdarî kampanya belavkirina brûşoran bûne.

Brûşorên ku behsa 25’ê mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dike, li ser welatiyan hatin belavkirin.

Di brûşoran de tekezî li ser jinavbirina tundiyê û avakirina civakeke wekhev tê kirin.

Beşdarên kampanya belavkirina brûşoran dibêjin, armanca wan avakirina civakeke azad e.

Share This Article