10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jin bi tevlîbûna jinên şêwekar, wêjevan û behremendên ji pêkhateyên herêmê duh li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin li ser navê Meclisa Gelan û desteya Çandê ya kantona Cizîrê hatin kirin û hate gotin, ew niha di festîvalê de projeya neteweya demokratîk ku tê de hemû pêkhate cih digirin, dibînin û ji bo wan jî ev serkeftinek e.
Duh di roja yekem de koma Stêra Zêrîn a stranan, berhemên xwe pêşkêş kirin, helbestvan Ayfer Yildiztan jî helbesta xwe xwend.
Her wiha Koma Enûş Ebîdiyan a Ermenî jî li ser dikê govend gerand.
Di 10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê de di beşê tabloyên şêwekariyê de 30 jinên şêwekar bi 45 tabloyan tev lê bûn. Di beşê karê destan de jî 23 komele, rêxistin, kom û kesayetên jin beşdar bûn.
Festîval dê 19’ê vê mehê bi dawî bibe.
