RÊXISTINA SARA YA ŞEHBAYÊ KUŞTINA DU JINAN LI EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Şehbayê îro bi daxuyaniyekê, kuştina du jinan li Efrîna dagirkirî şermezar kir.
Daxuyanî li navçeya Ehdas a Şehbayê hat xwendin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de kuştina jinekê ji aliyê birayê hevjînê xwe ve ya li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî her wiha kuştina jineke din ku cenazeyê wê li ser rêya Efrîn-Ezazê hatibû dîtin, şermzar kir.
Rêxistinê got, dewleta Tirk di ber sûcên li herêmên dagirkirî de, berpirs e.
Her wiha Rêxistina Sara bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên ku parastina mafên mirov û jinan dikin, kir ku rê li ber sûcên ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî têne kirin, bigirin.

Share This Article