Endama Yekîtiya Jinên Êzdî ya Rojava Sûad Hiso, ku beşdarî Konferansa Jinan bûye, ji Rojava TV re li ser girîngiya lidarxistina vê konferansê û pêwîstiya bilindkirina dengê jinên Sûriyeyê bi rêya forumên wiha axivî.
Sûad Hiso tekez kir ku pêşeroja Sûriyeyê bi parastina mafên hemû pêkhateyan di destûra de, bi taybetî mafên jinan ve girêdayî ye.
