Salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Şehba, Tebqa û taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi şahiyan hat pîroz kirin û têde soza domandina têkoşîn û parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.
Bi boneya salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li 5 navendên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi dirûşmeyên “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê teror û dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk nenavnedî ava bikin” û ”bi rihê 19 tîrmehê emê azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin”, hat pîrozkirin .
di şahiyên pîrozbahiyê de,Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jin û ciwanan, şêx û rûspiyên eşîran jî di nav de, bi hezaran kes hatin lidarxistin.
beşdaran peyamên parastina destkeftiyên şoreşê berzkirin.
şahiya bajarê Qamişlo li stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê hate lidarxistin û xelkên herêmê bi vîneke xurt şoreşa xwe pîrozkirin .
li bajarê hesekê jî li parka 4’ê Nîsanê şahiya pîrozbahiyê hat li darxistin û soza domandina têkoşînê hate dayin.
li bajarokê Fafînê yê kantona Efrîn-Şehbayê jî,koçberên Efrînî û xelkên Şehba tevî êrîş, koçberî û dorpêça hikûmeta şamê,şahiya xwe li darxistin û salvegera şoreşê pîrozkirin.
Şoreşa 19’ê tîrmehê bi coş û heycan li taxa şêxmeqsûd a helebê jî hat pîrozkirin.
şahiyên pîrozbahiyê li seranserî herêmê bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bûn.
