Şaredariya gel a Kantona Reqayê ji bo sererastkirin û ziftkirina rêyan berdewam di nava xebatê de ye.
Niha şaredarî hejmarek ji taxên xirabbûyî yên bajêr zift dike.
Di heman demê de plansaziya xwe ya sala nû jî datîne.
Ekîb û tîmên girêdayî Şaredariya Gel a kantona Reqayê, xebatên xwe yên ziftkirina rêyan didomînin.
Şaredarî di nava proje û palnên xwe de rêyên sereke yên nava bajêr, rêyên şaxî û yên gundewaran jî zift dike.
Têkildarî mijarê rêvebirê projeya ziftkirina rêyan Ebdilhemîd El Ilês ji ROJAVA TV re behsa projeyên xwe dike.
Her wiha Ebdilhemîd El Ilês got ku li ser gelek piroje dixebitin li nav taxên bajêr Şaredariya gel a kantona Reqayê li gorî derfetên berdest, hewl dide projeyên xwe cî bi cî bike û daxwazên welatiyan pêk bîne.
Her wiha şaredarî ji niha ve, plansaziya xwe ya ji bo sala 2025’an jî datîne.
