Rêxistina Sara û Ofîsa Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser sivîlan şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de komkujiya ku doh li bajarê Eyn Îsayê pêk hat, hat şermezarkirin.
Her wiha hat gotin, Dewleta Tirk a dagirker hemû peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike û komkujiyan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
di daxuyaniyan de Hat diyarkirin ku, komkujiya ku li Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat tenê yek ji rêze komkujî û sûcên ku Tirkiyê li ser zarokên herêmê pêk tîne.
Herdu saziyan anîn ziman ku, Parastina zarokan erkekî exlaqî û mirovî ye û erkek e ku dikeve ser milê her kesî.
Rêxistina Sara û Ofîsa Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku sûcdaran darizînin.
RÊXISTINA SARA Û OFÎSA PARASTINA ZAROKAN QATILKIRINA ZAROKAN ŞERMEZAR KIRIN
