Bi armanca xurtkirina berhemên xwecihî û zêdekirina derfetên kar li pêşiya jinan, komîteya aboriya jin ya bajarê Reqayê, gelek projeyên çandiniyê vekirine.
Proje li herêma El- Kesrat hatine avakirin û di werzên salê yên cuda de, Pirojeyên cur be cur yên çandiniyê, cihê xwe lê digrin.
Xebatkarên ku di projeyê de dixebitin, diyar dikin ku projeyên weha derfetên kar li pêşiya jinan zêdetir dikin.
