MSD DERBARÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER HERÊMÊ PANEL LIDAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyê ên bi balafirên şer û yên bê mirov têne kirin, Encumena Sûriya Demokratîk MSD li reqayê li ser rewşa siyasî ya li herêmê rû dide panelek bi dirûşmeya êrîşên dewleta Tirk li dar xist.

Di panelê de şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên saziyên sivîl ên Reqayê amade bûn.

Di panelê de beşdaran ji şêx û rûsipiyên êlan û partiyên siyasî re piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD re tekez kirin.

Her wiha beşdaran nerazîbûna xwe li hember her êrîşeke muhtemel li dijî Sûriyê anîn ziman û diyar kirin ku bêdengiya hêzên navdewletî ên li herêmê li hemberî êrîşên dewleta Tirk cihê lêpirsînê ye.

Share This Article