RÊXISTINA SARA JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ DI NDAVA TEVGERÊ DE YE

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê û ji bo parastina mafên jinan gelek sazî û rêxistinên ku ji aliyê jinan ve hatin birêvebirin, hatin avakirin.

yek ji van saziyan Rêxistina Sara bû ku sala 2013’an de li bajarê Qamişlo ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate avakirin.

rêxistina sara ji bi bo têkoşîna li dijî tundiyê jî her di nava çalakiyan de ye û ji bo 8’ê adarê jî dest bi bernameya çalakiyan kiriye.

Rêvebera Rêxistina Sara a kantona Feratê Nesriya Mehmûd 8ê adarê roja jinan a cîhanî li pîroz kir û anî ziman ku ew semîner û çalakiyên hişyariyê ji bo jinan lidardixin.

Her wiha Endama komîteya perwerdehiyê ya Rêxistina Sara Dalal Osman jî diyar kir ku, armanca rêxistinê hişiyarkirina tevahî civakê ye.

Rêxistina Sara bi armanca parastina mafên jinan di hemû waran de û bi taybet ji bo dijderketina tundiya li ser jin û zarokan navendên xwe li seranserî herêmê vekirine.

Share This Article