KOBANIYAN ŞEHÎD EGÎD BI MERASÎMEKÊ OXIR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Egîd Bab oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Şêniyên Kobanê û nûnerên saziyên sivîl û siyasî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Egîd Bab ê ku li ser rêya Reqa- Hesekê di 18ˊê Çileyê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir kir.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, Dûre endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho axivî, bal kişand seer fedakariyên şehîd Egîd û hevrêyên wî di parstina destkeftiyên gel de.

Mersîma bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê xwe re bi dawî bû.

Share This Article