Rêveberê nivîsgeha koçber û penaberan a desteya karûbarên civakî û kar di rêveberiya xweser de Şêxmûs Ehmed diyar kir ku koçberên di kampên bakur û rojhilatî sûriyê de beriya zivstan bê bi hewceya alîkariya lezgîn in.
Şêxmûs Ehmed bang kir ku netewên yekbûyî kampên kui herêmê nas bike û deriyê Til Koçer bê vekirin, her wiha rêxistna tendirustiya cîhanî derman bide wan.
Hevserokê nivîsgeha Kar û Barên koçber û penaberan a rêveberiya xweser Şêxmûs Ehmed di derbarê rewşa koçberan li bakur û rojhilatî suriyê de nirxandin kir û tekez kir ku nenaskirina netewên yekbûyî ji kampan re dibe sedema ku alîkarî negihê wan.
Şêxmûs Ehmed ehmed got ku zivistan li pêş wan e û dê rewşa kampan zehmettir bibe .
Şêxmûs Ehmed tekez kir ku ew weke rêveberiya xweser bi derfetên xwe hewl didin ku rewşê çareser bikin û alîkariyê bidin koçberan.
Şêxmûs Ehmed riya alîkariyê şanî netewên yekbûyî da û got divê deriyê Til Koçber bê vekirin.
Di bakur û rojhilatî sûriyê de 16 kampên fermî hene ku tê de 150 hezar koçber û penaber hene. Alîkarîdayîna wan tenê li ser Rêveberiya xweser hatiye hiştin.
