Komîteya Diyaloga Kurdî Ya Partiyên Yekitîya Niştîmanî ya Kurd PYNK’ê civînek ji bo nîqaşkirina çawaniya avakirina yekrêziya Kurdî li dar xist.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx baqî diyar kir ku, wan gelek mijar nîqaş kirine û piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê piştrast kiriye.
Piştî van geşadanên dawiyê yên ku li sûriyê rû didin bangên ji bo avakirina yekrêziyeke kurdî zêdetir dibin.
Komîteya Diyaloga Kurdî Ya Partiyên Yekitîya Niştîmanî ya Kurd PYNK’ê civînek ji bo nîqaşkirina çawaniya avakirina yekrêziya Kurdî li dar xist.
Civîn bi beşdarbûna Partiyên Siyasî, çalakvanên Civakî û Kesayetên Serbixwe li Hola Parka Azadî ya Qamişlo hat lidarxistin.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx baqî diyar kir ku, wan gelek mijar nîqaş kirine û piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê piştrast kiriye.
Şîrovekarê siyasî Ferîd Sedûn jî anî ziman ku şerek li hemberî kurdan tê kirin û pêwîst e em destkeftiyên Rojava biparêzin.
Di dawiya civînê de beşdaran tekez kirin ku divê di demeke nêz de hemû partiyên siyasî yên kurdî li hev bicivin û yekrêziyeke kurdî were avakirin.
