5’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD ZÎLAN LI HESEKÊ BIDAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

5’emîn festîvala şehîd zîlan ku yekîtiya jinên ciwan 29’ê hezîranê ji bo bîranîna şehîd zîlan, li hesekê lidarxistibû, bi şahiyekê bidawî bû.
Di roja 2’an û dawî ya destîvalê de bi sedan jinên ciwan, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, û ciwanên şoreşger beşdar bûn.
Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan û kongra star axavtin hatin kirin, û têde bal li ser kesayeta şehîd Zîlan û çalakiya wê ya fedayî hate kişandin.
Her wiha hate gotin, festîval di çarçoveya Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo de, xurtkirin û çandina rihê fedayetiya Zîlanan hat organîzekirin.
Paşê koma muzîkê ya GerStêrk ya girêdayî Hîlala Zêrîn û hunermend Hojîn û hejmareke hunermendên ciwan stran gotin û coş dan festîvalê.

Share This Article