Îroj li zanîngeha şerq şaxê tebqa peymangeha endezyariyê bi şahiyekê hate vekirin.
Bi durişma şerq çavkaniya zanînê ye îro peymangeha endezyariyê bi du beşên xwe yên mîkanîk û kehrebeyê li zanîngeha şerq şaxê tebqa hate vekirin.
Di şahiyê de nûnerên rêveberiya xweser, mamoste û xwendekarên tebqa beşdarbûn.
Destpêkê axavtin hatin kirin û têde hate gotin, armanc ji vekirina peymangehê, zêdekirina beşên zanîngehê û avakirina nifşekî zana ye.
Her wiha hate diyarkirin ku vekirina peymangeha endezyariyê yek ji destkeftiyên rêveberiya xweser û şereşa 19’ê tîrmehê ye.
PEYMANGEHA ENDEZYARIYÊ LI ZANÎNGEHA ŞERQ A TEBQA HATE VEKIRIN
