LÎREYA SÛRÎ LI HEMBERÎ DOLARÊ AMERÎKÎ NIRXÊ XWE JI DEST DIDE

Rojava Tv
1 Min Read

Lîreya Sûrî li hemberî bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî roj bi roj nirxê xwe ji dest dide û îro her dolarekî amerîkî 9 hezar lîreyên Sûrî derbas kir.

Banka navendî ya Sûriyê di nûtirîn daxuyaniya xwe de, nirxê her dolarekî amerîkî di navbera 8 hezar û 200 û heta 8 hezar û 400 lîreyan de destnîşan kir.

Lê li sûk û bazarên tevahiya Sûriyê nirx ji weha bihatir e û her dolarekî amerîkî îro 9 hezar û 200 lîreyên Sûrî derbas kir.

Bilindbûna nirxê dolar dibe sedema bilindbûna nirxên kelûpel û pêdiviyên jiyanê yên rojane.

Her wiha ji ber necîgiriya dolar tevgera bazirganî, kirîn û fitotina li sûkan qels dibe.

DÎMENÊN SERAFAN Û YÊN SÛK Û BAZARÊN HERÊMÊ

EHMED OMER- NÛÇEGIHAN- AMÛDÊ

Share This Article