Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê aşkere kir.
Li gorî Rêveberiya Xweser, dagirkeriyê ji 5 heta 9’ê cotmeha îsal 508 êrîş li dijî herêmê pêk anîne û di encamê de 44 kes şehîd bûne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi civîneke çapemeniyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê aşkere kir.
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser dewleta Tirk a dagirker ji 5 heta 9’ê cotmeha îsal 508 êrîşên hewayî û bejahî li dijî jêrxane, sivîl û hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anîne.
Amarên êrîşên dewleta Tirk ên li dijî navendên xizmetê û hêzên ewlehiyê weha ne.
17 kolgeh û navendên petrolê hatine hedefgirtin û di encamê de zêdetirî 5 milyon welatiyên herêmê zirar dîtine.
Her wiha 11 stasyon û navendên elektrîkê jî hatine rûxandin û bandor li zêdetirî 2 milyon welatiyan bûye.
Rêveberiya Xweser aşkere dike ku 18 stasyonên avê jî ji xizmetê derketine û bandoreke neyînî li jiyana xelkê kiriye.
Li gorî bîlançoya Rêveberiya Xweser 2 nexweşxane, 48 dibistan û akademiyeke Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bi temamî hatine rûxandin.
Her wiha 3 navendên pîşesaziyê jî hatine jinavbirin.
Di encama êrîşên dagirkeriyê de 44 kes şehîd û 55 jî birîndar bûne.
Di beşekî din a civîna çapemeniyê de Rêveberiya Xweser got ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker jinavbirina projeya Rêveberiya Xweser û aramiya herêmê ye.
Rêveberiyê bang li tevahî hêzên li Sûriyeyê yên aktîf, saziyên NY′yê û mafên mirovan kir ku helwesteke aşkera li dijî êrîşan nîşan bidin û lêpirsîneke serbixwe dest pê bikin.
Di dawiyê de Rêveberiya Xweser êrişa li dijî nexweşxaneya li Xezayê şermezar kir û weke sûcê şer bi nav kir.
