ÎNSIYATÎFA PARÊZERÊN SÛRIYÊ BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan derbarê êrişên dewleta tirk de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku zextê li Tirkiye bikin û êrişên wê yên bê sedem rawestînin.

Însiyatîfê Di daxuyaniya xwe de got: “êriş hemwextî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên derbarê rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê de hatin kirin. Yên aştiyê dixwazin êrîşan nakin”.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer yên dermirovî ne, her weha derfetên pêkanîna aştiyê lawaz dike.

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku zextê li Tirkiye bikin û êrişên wê yên bê sedem rawestînin her iwha komîteya lêkolînkirina rastiyan bişînin herêmê.

Share This Article