KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ AMBARGOYA LI SER ŞEHBAYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a civakî îro bi daxuyaniyekê ambargoya hikumeta şamê ya li ser kantona Şehbayê şermezarkir û berxwedanan xelkê herêmê silav kir.

Ji bo şermezaekirina ambargoya giran a hikumeta şamê li ser kantona Şehbayê, Endamên kombenda Efrîn a civakî li ber avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin Eger ambargo dewam bike dê karesateke mirovî li wan herêman çêbibe ku bi sed hezaran koçber lê dimînin.

kombenda Efrîn a civakî berxwedana koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê silav kir her wiha bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mirovî kir ku bi rihekî berpirsyarî biçin herêmên dorpêçkirî.

Share This Article