Partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê têkildarî geşdanên dawî yên li sûriyê û avakirina yekrêziya mala kurdî li amûdê civînek li dar xist.
Di civînê de, bi sedan xelkên Amûdê û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Her di civînê de, yekrêziya mala kurdî, geşdanên dawî yên li sûriyê, rewşa siyasî û êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de piştevaniya li gel QSD’ê hate piştrastkirin.
PYD’Ê TÊKILDARÎ YEKRÊZIYA MALA KURDÎ LI AMÛDÊ CIVÎNEK LI DAR XIST
