LI QAMIŞLO JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo bi boneya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanî meşek li dar xistin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Meş bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” û bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî hate lidarxistin.

Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li Çerxarêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê.

Li wir nameya Rêber Abdullah Ocalan ya bi boneya 1’ê Îlonê bi her du zimanên Kurdî û erebî hate xwendin.

Her wiha axaftin li ser navên PYD’ê û Kongra Star hatin kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Share This Article